Cenazeyê şehîd “Mazen Muhemed El-Şêx” li navçeya Dêrikê hate oxirkirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê merasîm ji bo şehîd Mazen Muhemed El-Şêx li goristana şehîd “xebat” a navçeyê li dar xist. Merasîma oxirkirina cenazeyê ji ber nexweşxaneya Wetenî dest pê kir û gihişte ser goristana şehîd Xebat û li wir deqeyek rêzgirtin ji giyanê pakê şehîdan re rawestiyan û piştre hin kesayetiyên berxwedêr û malbata şehîd axivîn Gotin: Li ser gora şehîd Mazen em hemû şehîdên azadî û edaletê bi bîr tînin û soza berxwedanê ji bo avakirina neteweya azad û demokratîk didin, Piştre Wesîqa şehadetê hate xwendin û di nava tilîliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd saxin û namirin” radestî malbatê hate kirin.

Gallery

img
img
img
img
img
img
img
img

Video

img