Li navçeya Çil Aga merasîma oxirkirina şehîd Wael Mehmûd Remezan.
Îro Duşemî 12ê Sibatê, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çil Aga cenazeyê şehîd Wael Mehmûd Remezan oxir kirin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir û piştre bavê şehîd li ser navê malbatên şehîdan axaftinek kir, piştre li ser navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û li ser navê ola îslamê axaftin hatin kirin. Di vê merasîmê de wateya şehîd û fedekariya şehîdan anîn ziman û soza şopandina rêya wan heta serketinê hate dayîn û merasîm bi hilgirtina tabûta şehîd ber bi goristana şehîd “Dilşêr” bi dawî bû. ”