Merasîma oxirkirina şehîd Bakur Efrînî li Helebê.

Bi sedan şêniyên navçeyên Efrînê û Şehba yên bajarê Helebê cenazeyê şehîd Bakur Efrîn ê ku dema erka xwe ya neteweyî pêk anîbû şehîd bû, oxir kirin, cenazeyê şehîd ji ber sarinca şehîdan a li nexweşxaneya şehîd “Xalid Fecr” bi meşeke bi heybet dest pê kir û gihişte goristana şehîdên Berxwedana Serdemê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, li wir merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir, Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan rêheval Emîne Biram, li ser navê hêzên leşkerî rêheval Hemza Heleb û li ser navê malbata şehîd Tolhildan Birhat axivîn, di axaftinên xwe de tekezî li ser asta cesaret û fedakariya şehîd ji bo gelê xwe û welatê xwe kirin, di dawiya merasîmê de sersaxî ji Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocelan,û malbata şehîd û tevahiya gelê Kurd re xwestin, piştre diyarî bav û dayîka şehîd, wesîqa şehadetê û wêneyê şehîd hatin dayîn. Piştre rêhevalên şehîd cenazeyê wî di nava tilîlî û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re birin cihê oxirkirina wî.

Gallery

img
img
img
img
img
img
img

Video

img