Meclisa Malbatên Şehîdan Li Herêma Firatê Oxirkirina Sê Şehîdan Kirin Li Goristana Dijle Kobanê

Îro bi sedan welatiyên kantona Kobanî cenazeyên sê şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi navên (Şehîd Berçem Kobanê û şehîd Dozvan Qasimî û şehîd Muhemed Şêx Nebî) oxir kirin. Li goristana Şehîd Dijle li başûrê bajarê Kobanî. Hevalên saziyên sivîl û leşkerî û endamên partiyên siyasî beşdarî merasîma oxirkirinê bûn. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê pakê şehîdan dest pê kir û piştre çendîn axaftin hatin pêşkêşkirin û di hemûyan de tekezî li ser şopandina rêya şehîdan heta bidestveanîna serkeftinê hate kirin. Merasîm bi xwendina nasnameya şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve û radestkirina malbatên şehîdan bi dawî bû û cenazeyên her sê şehîdan di nava tilîliyan û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin veşartin.

Gallery

img
img
img
img

Video

img